|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Çend raman û nêrîn li ser rastîya vê ola kevnar, rewþa wê ya îro,
nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî “Ji çi welat destpê dibe?!..” (Ji straneke rûsî ya sovêtî) Dema hinek hevalên me yên Yekîtîya êzdîyên Kurdistanê ji min ra digotin: “Tu çima tiþtekî ji kovara me “Laliþ” ra nanivîsî?”- Ez di nav mitalên xwe da digerîyam, min dixwest têbigîhîjim, ka çi dikarim binivîsim û tu bersiveke erênî nedidît: “Ê, ezê çi binivîsim?- Min digot, - Ez ne amade me û naxwezim hema wisa, ji bo xatirê nivîsekê tiþtrkî binivîsim. Pirs û pirsgirêkên êzdîtîyê pirsne giran in, mijara wê jî ne wisa pir hêsan e!..” Her çiqas jî min gotibû-na, dîsa dem bi dem tiþt di mejûyê min da digerîyan, min li ser wan serê xwe dêþand, lê dîsa ez ji xwe razî nedimam... Heya ku em gihîþtin demekê û min dît, ku hinekan êzdîtî kirine mijara gotin û nivîsên çewt û vala: her kesek, çi tê serê wî, dibêje û dinivîse, nêrînan davêje holê; hemîn di vê rewþê da nedost û neyarên ola êzdî û netewa kurd jî dest avîtine van nezan û hêsîrên heþ û sewdayê xwe yên di nav me da û ev hemû kirine nijara kirîn- firotana siyasî... Û ev pirsgirêka wek gêjgerîngekê li hev zivirî – zivirî û ji xwe ra nêrîneke mejûyê nexweþ û dûrî heþ û aqilan derxist holê. Gotin: “Êzdî ne kurd in!” Li hemberî vê di nav gel da helwestekê rû da: “Eger êzdî ne kurd in, êdî kî kurd e?...” Û van tevan ez vegerandim zarotîya min. Û min ji wir va dest bi lêgerîna bingeha xwe ya êzdîtîyê kir: Em- êzdî kî ne? Ji bo çi ji me ra dibêjin êzdî? Êzdîtî bi xwe çi ye? Van û pirsên din tabetî nedidan min... ...Bi rastî, hingî min çavên xwe vekirine, ji mirovayê û cîhanê ra têgihîþtina min çê bûye, min xwe êzdî nas kirîye... Rasttir dibû, ku mirov bigota, me hemûyan, ên ku di gundê me da mezin dibûn, me xwe wek lawê êzdî nas dikir. Êzdî jî, ne wek tiþtekî cûda, wek rengekî kurdan, ên here kurd mayî, yên li ser bingeha netewî dombûyî, û zimanê xwe jî me kurdî dizanibû... Ev ji çi dihat? – Her çiqas bavê min- Cewoyê Emerê Mamo, mamostayê zimanên kurdî û ermenî bû, endamê Partîya komûnîst a Yekîtîya Sovêtê bû, û îdêolojîya vê partîyê jî atêîzm ferz dikir, lê kalik- pîrikên min û dayîka min bawermend bûn, êzdîtî diparêzîn, þêx, pîr, xûþk û birayên axiretê, koçek ji mala me kêm nedibûn. Her cejneke olî bi girêdaneke pir mezin dihate pîrozkirin, þev radibûn paþîvê û rojî digirtin, dîwar, stûne û banê xanîyan ên ji tenîya dûyê tendûrê reþbûyî bi êr dinitirandin, êvara cejna Xidirnebî xwe bi hêlikanan dikilan, ji bo ku “gunehên xwe dawþînin” . Dolîdang digerandin: keç û xortên 10-12 salî radibûn ser xanîyê her malekê, goreke rengîn, an tûrikek di kuleka wê malê da dadiliqandin û bi hev ra wek stranekê deng didin hev: “Dolîdangê, dolîdangê, Xortê malê zavangê, Pîra malê qurbangê... Tiþtekî bixin vê dolîdangê!” Lê hema wê þevê di sinîyekê da ar dadanîn ser stêr, temezîyeke hevtrengî davîtine ser û hîvîya hatina Sîyarê Mirazbexþ – Xidirnebî bûn. Û eger þopa sima hespê Xidirnebî li ser êr bihata dîtin, bizanibe, çerxa wê malê rast dizivire û ewê bibe xwedî mal û hebûneke mezin, mala wanê tije keç û kur be, wê keç û xortên wê malê bigîhîjin bext û mirazê xwe... Û her çiqas jî ev hemû hebûn, ev ra- rizmên netewî, toreyên kevneþopî dihatin parastin, vî gundî bi êzdîtî bîn dida, lê dîsa jî navê wî Pampa kurdan bû. Û hemû pampîyan bi serbilindî digotin em ji Pampa kurdan in. Her paþê, dereng navê gund guhartin û danîn Sîpan. Lê dîsa heya îro jî kesekî ji gundê Sîpanê ji xwe ra nabêje sîpanî, dibêjin pampî... Ev rewþa me ya xwezayî bû. Û tu carê jî li serê me ra derbas nedibû, ku emê vê rewþa xwe ya xwezayî ji hinekan ra þirove bikin... Dibe ku, eger ev nezanîya ji nav me derketî nînbûya, me di derbarê van tiþtan da behs jî nekira. A li vir e, ku dibêjin: “Tu tiþtekî xirab tune, ku tiþtekî qenc tê da nînbe!” Belê, em dîsa vegerin ser Pampa kurdan. Ev gund li Ermenîstanê, bakûrê çîyayê Elegezê, di nav sêgoþeya rêzeçîyan da destpêka sedsala 19’a ji hêla êzdîyên ji tevkujîya Roma reþ filitî va hatibû avakirin... Û van êzdîyan hê 200 sal berê dizanibûne, ku ew bi ola xwe va êzdî ne, lê bi netew kurd in, ango kurdên êzdî ne. Û ji bo wê jî navê gundê xwe danîbûn Pampa kurdan. Mirov dêþe jî, ku di destpêka sedsala 21’î û hezarsala sisîyan van tiþtan þirove dike, lê çawa bikî, kortî û nezanîyê timê di dîroka me da roleke reþ û kirêt lîstine, û ên ku bi van nezanan dilîzin jî wek seên birçî, yên ku li der- dorên malan digerin, ji bo hestûyekî birevînin, dest davêjin wan û dijî yekîtîya netewî didin lîstin!.. Lîstik bi lîstikan, lê em bên ser êzdîtîyê. |
|||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Di Sovêta berê da, bêhtir jî di Ermenîstanê da kurdan êzdîtîya xwe baş parasîtye. Ev jî ji ber ku 24 gundên me yên xurû kurdî li Ermenîstanê hebûne- bi zîyaret û ocaxên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va, bi xanî û tendûr-kuçikên xwe va, bi şîn û şahîyên xwe va. Hemû bi reng û naveroka xwe va- netewî – reng û awazên ola kurdan a kevnar – êzdîtîyê lê.
Bi hemû rabûn – rûniştina xwe va van kurdan bi êzdîtî bîn didan – rojîyên xwe digirtin, cejnên xwe pîroz dikirin, şîn û şahîyên xwe pêk danîn, diçûn ser mezelan, li goristanan mirîyên xwe bîr danîn, nanê mirîyan derdixistin, xêr didan, wek ku şanê êzdîyan dikeve, li hev dipirsîn: diçûn hewarî-gazîyên hev, dibûn xwendîyên şayîyan, diçûn ber ocax û zîyaretan tîya dibûn, serê xwe dadanîn, hêvîya jîyaneke bextewar dikirin û bi vî rengî jîyana xwe ya netewî didomandin. Lê kuloça sersalê? Ev jî hema-hema diket dema ku şev û roj weke hev dibûn – dema sersala kurdî ya netewî – Newrozê. Wan rojan li fêza gundê me- li Davanê berfînek derdiket- ne wek kulîlkên berfê yên din bû – bejna wê bilind bû, serê wê wek ku zengilekî lêvên wî tîş-tîşî bibin û paşva zivirîbin- vajî bibûn, wek pelên serbixwe. Rengê wan sût bû. Û di navenda her pelekî tûdirêjkî ra kêleke zerê vekirî (qîçik) derbas dibû- teyê bigota yekî ta û derzî hidlaye û ew kêl daye... Û hûn dizanin navê vê berfînê çi bû? -Newroz! Berfîna sersalê, mizgînîya biharê – Newroz- Newroza delal! Lê dema ku kuloç ker dikirin?! Her we bidîta, em- zarok çawa li dorê dicivîyan, me çît digirt, û bê sebir hêvîyê bûn, ka wê morîyê para kê bikeve. Mezinê malê jî, – demekê kalkê min, lê paşê jî bavê min, kuloç ker dikir û ji bîna petinî û temtîskan hewayê li ber bêvila me fûrdida û dengê mezinê malê guhê me dihingavt: “Ev para Mêrê Rojê, ev para Xudanê Malê, ev para Zîyayê zer, ev para Mamereşan, ev para Mamê Şivan, ev para Gavanê Zerzan, ev para Xeta cot, ev para malxwê malê, ev para... rêwîyê me, ev para ...xwendevanê me, ev para!.. A, êzdîtî ev bû!.. Û îro jî ev e, eger em bi rastî êzdî bin – bi çûk û mezinên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va – bê qîle û lêpî... Êzdî bin, ji ber ku êzdî ne, ji ber ku rewşa kurd a xwezayî êzdîtî ye... Û êzdîtî û êzdîbûn jî ne wisa hêsan e! Û li vir fêlbazî, lêpokî ne pêwîst in. Êzdîtîyeke nû, ji ber xwe hinartî, bê bingeh nikare hebe, dûmka wê kin e, ji ber ku êzdîtîya rast û ya pîroz a destpêneketî li ser zarê kal û pîrên me maye, di rewan û ramana wan da ye, ya ku bi zarê pîroz ê oldarên me yên rast û paqij tê gotin û dibe perwerdeya me ya rewanî2... Ev jî di jîyana me ya herrojî da hema wisa hêsa çê nabe. Zaroka ku bi çanda bîyanî ya xerîb mezin bû, ya ku heya bi xurekê xerîb hate mezinkirin, di mala xwe da bi êzdîtî nejîya û bîn neda, nikare bibe êzdî. Bi gotinekê: “Ez êzdî me!” – mirov nabe êzdî. Êzdîtî di destpêkê da bi perwerdeya dayîkê ra tê– dayîka êzdî, ya ku ew bi şîrê xwe ra, bi lorîkên xwe dide zarokên xwe... Eger em dixwezin zarokên êzdî mezin bikin, divê her dayîkekek êzdî bikin mamostaya ola êzdî. Ol bawerî ye, bawerî jî bi rêya têgîhîştina ramanî digîhîje, ji vê ra jî kar û xebateke bêhempa pêwîst dike... Bingehek weha çêbûyî jî wisa hêsa hilnaweşe, nayê tunekirin. Ev hezar û sêsed sal e, ola Îslamê di Kurdistanê da cîyê xwe girtîye, giranîya gelê me (80-90%) vê olê diparêze, lê hê jî, piştî ewqas sal, gelek kevneşopîyên êzdîtîyê di nav wî da mane... Havîna 1993’an meyê li Komara Adîgêyê ya Fêdêrasîyona Rûssîyayê di gundê Bêloyê da konfêransa Yekîtîya kurdên Sovêtê lidarbixista. Wê demê ez der-dorê 15 rojan li wir mam û malmêvanên min jî du malbatên kurdên misilman bûn... Û dayîkên van malan, dema sond dixwarin, digotin: “Ez bi vê Rojê!”, “Ez bi vî nanê germ û texte – sivrê sar!”, “Ez bi vî agirî!”... Ma ev ji ku tê? Lê eger em sondên nav me- êzdîyan binihêrin?- “Ez bi vî Şemsî!”, “Similayî!” (ango, “Bismilayî!”), “Ez bi milyaketan!”, “Ez bi Cin Teyar!”, “Ez bi Şêşims!”- Ma ev ji ku tên? Wek ku ji van herdu mînakan tê xuyanê, li bal hinek kurdên misilman hinek tiştên bingehîn ên êzdîtîyê bêhtir hatine parastin, ne ku li bal kurdên êzdî. Demekê oldarekî êzdî bû mêvanê me- mirovekî hêja, oldarekî pîroz! Min demekê xizmeta wî kir. Û her carê, dema ez bi wî ra têkildar dibûm, zarotîya min dihate bîra min, dema kalikê min Emerê Mamo ez dişandim pey şêx, an pîrê xwe, digot: “Here, lawo, bêje pîr Kerîmê Biro, bila bê, bîna min teng bûye, min bîra wî kirîye... Ya Xwedê hêvîyê ji min kêm nekî, ez gunehkarek im, li rû erdê dijîm... Ya Xwedê!” – Digot û ez dilezandim: “De bilive, ha!” Û her carê, dema ez bi oldarê bi rêz û hurmet ra diaxivîm, min texmîn dikir, ku wek ku dema zarotîya min, bîna kalikê min bi Kerîmê Bro fireh dibû, bîna min jî- bi kekê pîr... Lê piştî van, dema dihat bîra min, ku ev zarokên me yên îro, ji hebûn û bawerîya xwe bê zanebûn mezin dibin, ez bînteng dibûm... Û di demeke weha da, carekê wî pîrê me yê pîroz ê rûheden ji min ra got: “Ez ji te ra gorî bim, xwezî êzdîyên mîna te pir hebûna!”- Min ber xwe neda, ez “teqîyam”: “Ez çi êzdî me!”- Min got. “Ma, li te xweş nayê, ku êzdî yî?” – Wî pirsî. “Na! Ne ku li min xweş nayê! Ma êzdîtî weha dibe? Em û hemû yên derdorê me, heya gelek zarokên we oldaran jî, nizanin êzdîtî çî ye, mirov çawa bi êzdîtî dijî, mercên êzdîbûn û êzdîtîyê çi ne? Gelo, eger van femkorên nav me zanibûna, wê bigotana, ku êzdî ne kurd in?..” – Min bi dengekî bilind gotina xwe birî. “Ma, tu çawa tiştê wisa dibêjî, - pîr ber dilê min da hat, - her êzdîtyek ji dayîka xwe êzdî dibe! Ma dê-bavê te ne êzdî bûn? Belê! Tu jî êzdî yî!..” Min dîsa ber xwe neda, vê carê ez bînteng bûm (bila keko min biborîne!), û bi xeyd lê vegerand: “Keko, ez gorî, ez ji dê-bavê xwe wek mirov hatime cîhanê. Paşê ez bi çanda kurdî wek kurd mezin bûme! Êzdîtîya min jî, dema ez bi dayîka xwe ra çûme ber zîyaret û ocaxên me, şêwaz-girtîye; dema oldar hatine mala me, wan û kalikê min sowbet kirine, wan drozge xwendine, qewl û beyt gotine, dema hatine ser mirîyan, rojên mezelan... Û hew! Hema kesekî ez êzdîtî fêr nekirime, dayîka min ji min ra lorîk, an mercên êzdîtîyê negotine. Ewê bi xwe jî ew nizanibûne. Kesekî ew jî fêr nekirîye. Hê ya me baş e, me gund dîtin, me êzdîtî (pir an hindik!) dît û jîyan kir. Lê van zarokan, ên ku li mêtropolên bîyanî mezin dibin – bi çanda xerîb, di nav hewa û dor û berê olên xerîb da, emê çawa biparêzin?” “Çawa?!-“ Pir bê hemdî xwe pirsa min dubare kir. “Ê ku xwe êzdî dibîne, - min got, - divê ji bo êzdîtîyê tiştekî bike. – Kekê pîr bi pirs li min nihêrî.- “Çi?” – Min pirsa wî ya bê deng bi zar lê zivirand.- Vê jî hûnê bibêjin! Û barê herî giran li ser milê we – oldaran e! Hûnê ji bo ruhê her zarokekê têkoşînê bikin, têkoşîna olî-netewî ya qazenckirinê. Bes nîne, ku hûn herin ser mirîyan, dirozga bixwînin, divê hûn herine her maleke êzdîyan, li bal zêndîyan, her yekî ra têkilîdar bin, rewan û mejîyê wan bi êzdîtîyê perwerde bikin. Hûn in hostayên rewana wan! Nizanim, ez ne oldar im, lê ez dibînim ên olên din çawa kar dikin. Roj-nava rojê kerîyê we ji destê we diçe. Eger wisa bidome, demê bê, hûnê bibin wek şivanên bê kerî...” Kekê pîr bi melûlî li çavê min nihêrî, min texmîn kir, ku di ruhê wî da hêwarzeyek rabûye... Ew hêwarze îro jî di nav min da kel dide. Dihatûya van zarokan wê çawa be? Emê vê ola kevnar a gelê kurd çawa biparêzin- wek parçeyekî xezîna çanda mirovahîyê? Ev nezanîya ola netewî – nexwendîtîya olî emê çawa ji holê rakin û bingeha xwe ya ruh û rewanî nas bikin? Ev pirsana dikin hêwarze û bersiva xwe dixwezin. Ji hêla din va goftûgohên cûda, yên ku îro li ser ola Êzdî derketine holê, netabetîyê didin her kurdekî têgîhîştî (ew êzdî be, an-na!) û mirov dixweze têbîgîhîje û bersivê wan pirsan bibîne... Dema em dibêjin êzdîtî ola kurdî ya kevnar e, yên dijmberî me van tiştên han didin pêş me: - Eger êzdîtî ola kurdan a kevnar e, lê ev peyvên weha, yên ku di vê olê da hene, hûnê çawa şirove bikin? -Şems, Şêşims, Sultan Êzîd, cinet, cehneme, ruh, cin, miilyaket, melek, Tawisî Melek, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek Ferfxeddîn, Şêxûbekir, Ebûbekir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismilayî), Rebê alemê/ Rebilalem, Xuliqellah, Xaliq...- Û dibêjin, ku ev navên bingehîn ên ola Êzdî, ne ku tenê yên erebî ne, lê her weha giranîya wan peywirên ola Îslamê destnîşan dikin... Heya radeyekê ev rast e. Lê tenê heya radeyekê! Heya destpêka dema Şîxadî rewş cûda bû, bi hatina Şîxadî û hemû rêformên bi navê wî ra girêdayî serdemek nû di dîroka ola êzdîyan da
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
destpê dibe, ya ku emê bi mercî serdema Şîxadî nav bikin. Lê serdema berî Şîxadî jî emê wek serdema Êzdîtîya kezî, ya bihurtî (pîroz) nav bikin.
Êzdîtîya îro, nîgara vê ola me ya kevnar û pîroz bi hatina Şîxadî ra şêwazekî din wergirt. Wek ku ji çavkanîyên dîrokî tê zanîn, Şîxad (Şêx Adî) di dema xwe da (sedsala pêncan a koçî) di Bexdayê da xwendina zanistî standîye (binihêre gotara Feqî Huseyîn Saxniç a “Şêxadî”, kovara “Laliş”, 2004, hejmar: 21, rûpel: 24-26.). Û wê demê jî di Bexdayê da xêncî perwerdeya ola Îslamê tu perwerdeke din nikaribûye hebe, ji xêynî misilmanan yekî ji oleke din ji bo perwerdeyê nehatye pejirandin, ji ber ku ew perwerdeya ola Îslamê bûye. Ji bo wê jî ew êzdîtîya serdena Şîxadî bi rengê xwe va pir nêzîkî Îslamê bûye, heya wek tarîqateke wê, û hemû zanista wî ya olî bi têrmînolojîya îslamî hatîye- gihîtîye me, heya hemû navên Xweda û Xwedawendên ola Êzdî wergerandine erebî, ango kirasekî îslamî lê kirine. Ev jî xwezayî ye, ji ber ku wî perwerdeya ola Îslamê standîye, ne ya ola Êzdî. Heya radeyekê ev zanista Şîxadî, ya ku oldarê serdema wî tenê zarkî hîn bûne (oldarên êzdî dibêjim, “ew dînekî sînem-devterî ye û li ser balgî digîhîje hinek oldarên şaraza û pispor”), di nava çarçoveya oldaran da tenê teng maye. Lê êzdîtîya berî Şîxadî, ya ku bêhtir gelêrî bûye, di nav gel da, di nav zargotina me ya gelêrî da hatîye parastin. Em hema li van peyvan, ên ku hê jî di nava êzdîyan da zindî mane, binihêrin: Mêrê Rojê3, Xudanê malê, Zîyayê zer, Memê Şivavn, Gavanê Zerzan, Mamereşan, û navên din ên pîroz, eger ne navê xwedewandan in, lê çi ne? Her çiqas jî di nava sedsalan da dikare hinek tişt di wan da hatine guhartin! Û bi vî awahî, piştî rêformên Şîxadî hêdî-hêdî, berekê va şûna peyvên : Xweda(ê)4, rewan, bihuşt, raman, dojeh, firêştê, ol, tep, Roj, bi hêvîya Xwedê van peyvan bikar tînin: Ellah, Reb, Xuliqellah, Rebilalem (Rebê Alemê), ruh, cinnet, cehnime, fikir, Milyaket, dîn, cin, Şems. Dibe ku dehsal pêwîst bin (dibe ku sedsal?), ku lêkolînerên ola êzdî bingehên wan ên netewî bibînin. Êdî em di derbarê nexwendîtîya hinek oldarên me da nabêjim, ên ku li ser şîn û xêran li şûna drozgeyên ola êzdî heya ayatên Qurana pîroz dibêjin û haş jî pê nînin... Îro êzdîtî ji çarçoveya teng a monopolîya çend oldaran tenê derketîye. Di dema xwe da gelek berevkarên zargotina kurdî her weha qewl û beyt û drozgên ola Êzdî jî berevkirine û weşandine, weşanên Yekîtîya êzdîyên Kurdistanê îro bi lêkolînên xwe va goftûgoheke berfireh li ser vê ola kurdan a kevnar vekirine (bingehîn jî – di “Laliş” ê da). Û ew goftûgoyên di civakê da (hinek cîyan bi tirs, hinek cîyan bi şerm û dizî) îro cîyê xwe didin lêkolînên zanistî yên li ser rûpelên weşanan û bi radîyo-têlêvîzîyonan... Wek me li jorê jî got, hê jî di nav me da hinek ji nexwendîtîya olî êzdîyan ji netewa kurd cûda dikin. Ji bo van tiştan jî bingehên cûda-cûda hene: yek, wek ku me got, nezanîya olî ya di nav me da ye, ya duduyan, cûdaxwezîya olî, ya ku bingeha xwe ya obyêktîvî heye û di nava gelek gelên cîhanê da jî rû dide5, a din, faktora siyasî ye: dema destekî ji derva van tiştan tevger û destek dike, ji bo ku derbê bigîhîne yekîtîya netewê bi giştî. An jî cîh-cîhna ev hemû faktor bi tev dertên holê. Û em, wek êzdî û, her weha, lêkolînerên ola Êzdî, gihîştine qonaxekê, ku divê vekirî bi hev ra biaxivin, hemû terefên pirsê yên tarî ronî bikin, çavê cîhanê li ser rastîya êzdîtîyê, nezanî-nexwendîtîya di nav me da û leyîstokên siyasî vekin. Divê mirov ne li vê pirsê, ne jî xetera leyîstokên siyasî yên ser me- êzdîyan, bi çavekî biçûk nenihêre... Li şûna peyvnivîsarê ... Du sal berê ji Lalişê peywirdarek hatibû Rûssîyayê. Ew bi temenê xwe ciwan, lê pirî zane bû. Bi zanistî nêzîkî pirs û pirsgirêkên olî dibû, ji bo wê jî ji hêla gel va hate hezkirin. Dema hevdîtinekê kurdekî êzdî jê pirsî: “Koçekê birêz, li vir hinek êzdî derketine û dibêjin, êzdî ne kurd in. Ev çi tişt e, ji ku hat? Hûn li vê pirsê çawa dinihêrin!” Koçek hizingek rahişt û, bêyî ku lez bikeve, peyv bi peyv, yeko-yeko gotinên xwe rêz kir: “Ewên ku wisa dibêjin, dibe ku ne kurd bin. Û, ger wisa ye, ew ne êzdî ne jî. Wê demê ew divê ji pîrik û dayîkên xwe bipirsin, ka ew ji ku tên... Eger ewên ku wisa dibêjin ne kurd bin jî, ew nayê wê wateyê, ku êzdî ne kurd in, ji ber ku tu têkilîya mirovên weha bi êzdîtîyê ra tuneye. Eger êzdî ne kurd in, êdî kî kurd e?- Koçek gotina xwe domand. – Kî kurd e – ne kurd e, ez nzianim, lê ku êzdî kurd in, ew jî kurdên li ser bingeha kal û bavan mayî ne, ez vê dizanim. Û cîhan jî vê dizane... ” ___________________________________ Nasî: 1. Tu grêfterîyek di navbera navê ola kurdan a kevnar Êzdî û navê Sultan Êzîd da nîne. Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlekî ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê tê ravekirin: Peyva Êzdî ji peyverêza “Yê ez dayî” tê. Paşê, hê dereng, ev peyverêz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, peyv jê werîyane, gihîştine hev û ew bûye peyvekê. Peyverêza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdî <êzdayî<Yêzdayî<yê ez dayî). Hê jî di nav gelek êzdîyan da ji êzdîyan ra dibêjin ezdayî... Lê Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eşîra ereban a Qurêşîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed Pêxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sultan) cîhana îslamê bûye. Yezîd (an, wek yên êzdî wî nav dikin, Sultan Êzîd) kurê Maewî bên Ebî – Şifyan e. Heya Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata Pêxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuştina wî bi destê maewîyan çê bûye. Hesenê kurê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê- Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di Kerbelayê da ji hêla Êzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata Pêxember tê û pismamên wan ên dûr- meawîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sultan). 2. Rewan, ango, ruh di kurdî da peyva Pakrewan (pak+rewan), tê watetya ruhê pak/paqij, ango şehîd. Her weha di Avêstayê d jî peyva ravan tê wateya ruh (li ser ruh û rewan binihêre nasîya 3.). 3. Di kurdî da wateya peyva mêr teng nîne (mêr û jin). Di zargotina me da peyverêzên weha mane û gihîştine me: Mêrê Rojê, Mêrê Dîwanê, Mêr-Milyaket. Dema em di çarçoveya zimanên hind- ewropî (hind- gêrmanî) da hemberî hev dikin, dibînin, ku di hinek cîyan da wateyên wan digîhîjin hev. Mînak, di înglîzî da peyva merit (‘mrit) tê wateyên qazenc, hêjayî, qazenckirin, hêjayî tiştekî bûyîn. Di rûsî da peyva mêr di nava peyverêza “mêr goroda” da tê wateya rêvebir, serok (rêvebirê/serokê bajêr). Dema mirov van mînakan dide ber hev, dibîne, ku di kurdîya kevn da mêr hatîye wateya peywirdarekî payebilind (Mêrê dîwanê), peywirdarekî pîroz di “pantêona” xwedawendan da (Mêrê Rojê, Mêr - milyaket). Eger em peyverêza mêr- milyaket ravekin, emê bibînin, li vir mêr bi wateya milyaket hatîye têgihîştin: dema pêşîyên me peyveke bîyanîyan di nav axavtina xwe da anîne, ew bi peyveke kurdî ra tevayî bikar anîne, ji bo ku bê têgîhîştin: horî-melek, mêr-milyaket, ruh û rewan, roj û şemal, şert û merc, dua-dirozge, heş-aqil, derî-bacî... Mêr peyvek e, ya ku di kurdî da wateya wê fireh bûye, an du peyvne cûda ne, yên ku tenê bi şêwazên xwe va di nava demê da bûne wek hev?! Ji bo bersiveke rast û zanistî bê dayîn, divê lêkolîneke zanistî ya kûr û berfireh bê kirin... 4. Wek ku me li jorê jî got (binihêre nasîya 1-em), her navekî xwedê şiroveya xwe heye. Xwedê jî wateya xwe heye, ango, yê ku xwe daye. Di qewleke êzdîyan da hê jî şroveya wê maye: Xwedê cîhan sêwirand, Kesekî Xwedê nesêwirand- Xwedê xweda ye! Li hinek deverên Kurdistanê naha jî li şûna peyva Xwedî(Xudê) peyva Xweda(Xuda) tê bikaranîn. Her weha navên Xwedê yên din jî hene: Yekê jorîn, Yê bê heval, Padişahê Padişahan û.y.d.. 5. Em zêde dûr neçin: ev êdî zêdetirî heyştê salî ye, Ermenîstan wek komar heye, siyasteke netewî ya yekgirtî tê meşandin, dibistanên netewî hene, lê hê jî ermenîyên katolîk xwe frang nav dikin û bi dijwarî hal û zewacê bi ermenîyên grîgorîyan ra pêk tînin. Ew xwe frang dihesibînin, ên din- ermenî, ji zaravê xwe ra nabêjin ermenî, dibêjein frangî (bi ermenî- frangêrên), hema em hemû jî dizanin, ku ew rengekî ermenîyan in. Êdî em di derbarê ermenîyên hemşî da, yên ku misilman in, nabêjin…
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.